Bookbot

Destanên Kurdî

Maggiori informazioni sul libro

Berhevkarê Destan û Çîrokên Kurdî Yên Gelêrî Mihemedê Pîrê Careke din, û bi berhemeke din ya giranbuha û nirxdar mamosteyê peyva Kurdî - Kurmancî ya şêrîn û resen Mihemedê Pîrê me digel xwe de dibe cîhana çîroka gelêrî, destanên cawîdan, bêjeyên Kurdî ên resen, kevnare û watedar. Me bi hin hûrbînîyên dîroka gelê Kurd ên wenda re dike dost û heval, û dihêle ku em bi çêja çîroka Kurdî ya ku li ser dev û lêvên bav û kalên me bû ji sedên salan re hest bikin. Mihemedê Pîrê bi awayê xwe yê vegotinê li ser resenîya hevoksazîyê hiştîye, û dest nedaye rewanê wê yê kevin, li ser her tiştî hiştîye, hûrbînîyekê jî çi ye bernade, û bi zimanekî hêsan, sivik, delal û herikbar bûyerên çîrokan hûnaye. Di van çîrokan de em ne tenê pêrgî bûyerên jîyana rojane li bajar û gundan ya gelê Kurd dihên, na, em dîroka vî gelî jî ji hêlne din ve, û bi şêweyekî din ve, û li ser zimanên gelekan dixwînin, û em di rêya xwendina van çîrokan re dikarin bi ser dîskursên, ku di wan deman de li herêmên Kurdan li dar bûn vebin, ji ber ku dîrok ne tenê bûyerên siyasî, leşkerî, û çandî yên sereke û navdar bûn di demekê de ji deman de, na dîroka ku em di van çîrok û destanan de peyda dikin, beşeke ji dîroka civaka Kurd li qiraxan, ne li navendê. Çîrokên ku di vê pirtûkê de hatine berhevkirin pênc in, û her çîrokek ji ya din xweştir e. 1. Çîroka Şah Bilbil û Mamedê Kurê Mîrê Botan. 2. Sînem û Mele Itman. 3. Siyamendê Silîva xwedîyê tîr û kevanê ekfîyê zîvî. 4. Serpêhatîya Zîrek û Zelîxayê. 5. Hesenê Alê û Têlî Eyşê. Û her çîrokek ji van her pênc çîrokan çîrokeke dirêj e, û mirov tê de rastî gelek bûyer û kesayetîyan tê, û ji xwe re fêrî jîyana civakî û malbatî ya Kurdan û kultur û gerdîşên wan dibe. Alan Pîrê Viyêna, di Tîrmeha sala 2019an de

Acquisto del libro

Destanên Kurdî, Tsang-Pi Chang

Lingua
Pubblicato
2019
Ti avviseremo via email non appena lo rintracceremo.

Metodi di pagamento